Guhdar Z. û Xerîbîya Rê

Ez û Amojina Xecê li ser rêya Urfayê ne, em tev ji Osmanîyê vedigerin. Amojina Xecê ya rast amojina dîya min e, lê ez jî ji wê re dibêjim amojin. Disekine Amojina Xecê, disekine disekine û diayan li dû hev rêz dike: ''Xwedê ji te razî be qîza min. Te ez gihandim lawê min. Xwedê mirazê te bike, Xwedê te newestîne. Ez her tim diacîya te me.'' Di ber diayan re, bi xem û keseran re dibêje Amojina Xecê: ''Ji destê doz û dehwan çû xeribîyê lawê min, li xerîbiyê jî çû rehma Xwedê û li xerîbiyê hat veşartin.'' Bi Kurdîya xwe ya sisto-misto nizanim wê çito aş bikim. Diayeka pîrika min tê bîra min. “Rehma Xwedê lê be Amojin'' dibêjim, ''bira her hestîyekî wî di destê melaykekê de be.” Kesereka kûr dikişîne û tenê “Amîn” dibêje; dûra bê sewt bê deng li rê dinêre Amojina Xecê. Ez jî muzîkekê vedikim û bi dîqet erebeya xwe dajom. Bêdengîya Amojina Xecê û dengê muzîkê, min diavêjin bîra pirsan. ''Çi ye xerîbî?'' dibêjim ji xwe re, '...