Guhdar Z. û Xerîbîya Rê

Ez û Amojina Xecê li ser rêya Urfayê ne, em tev ji Osmanîyê vedigerin. Amojina Xecê ya rast amojina dîya min e, lê ez jî ji wê re dibêjim amojin.

Disekine Amojina Xecê, disekine disekine û diayan li dû hev rêz dike:

''Xwedê ji te razî be qîza min. Te ez gihandim lawê min. Xwedê mirazê te bike, Xwedê te newestîne. Ez her tim diacîya te me.''

Di ber diayan re, bi xem û keseran re dibêje Amojina Xecê:

''Ji destê doz û dehwan çû xeribîyê lawê min, li xerîbiyê jî çû rehma Xwedê û li xerîbiyê hat veşartin.''

Bi Kurdîya xwe ya sisto-misto nizanim wê çito aş bikim. Diayeka pîrika min tê bîra min.

“Rehma Xwedê lê be Amojin'' dibêjim, ''bira her hestîyekî wî di destê melaykekê de be.”


Kesereka kûr dikişîne û tenê “Amîn” dibêje; dûra bê sewt bê deng li rê dinêre Amojina Xecê. Ez jî muzîkekê vedikim û bi dîqet erebeya xwe dajom. Bêdengîya Amojina Xecê û dengê muzîkê, min diavêjin bîra pirsan.


''Çi ye xerîbî?'' dibêjim ji xwe re, ''Xerîbî çi ye? Terikandina welêt e, hesreta bo law û qîzan e yan dûrketin e ji fikran e, dûrketina ji zar û zimanan? Em li ku li xerîbîyê ne?''


Rê dirêj dibe û bi saetan li cewaban digerim jibo wan pirsan di bîrê de. Dengê Amojina Xecê min ji nişka ve difilîtîne ji pirsan.


''Em di ser Ferêt re jî derbaz bûn qiza min, Urfa hindik ma.''


Urfa hindik maye, pir hindik maye Urfa. Em her ku darin dûrî xeribîyê dikevin, her ku dare xerîbî nêzîkî me dibe.''


Guhdar Z.


Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Di ser vê lînka Patreonê ra tu dikarî bo carekê yan jî di otomatîkê da her meh destekên xwe ji Perxudres Podcastê ra bişînî. Dilê we çi wext bixwaze tu dikarî destekên xwe bisekinînî, betal bikî. 


Seba mektûban adres: omerfarukbaran@hotmail.com

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê