Mektûba Fatma Erdem û Rolyefên Bêdîwar

Ji sala 2025an, 3yê Nîsanê bû îro. Ez û birê min bi hev re li Semsûrê, bi navê xwe yê resmî Adıyaman, çûn dikaneka xemla dîwaran.

Hêleka dikanê mîna atolyeyê bû bo kar û xebatê, hêlek jî bi wêne, neynik û rolyefên çarçovekirî hatibû xemilîn.

Xesûya birê min ji xwe re li kursê çêkirina rolyefan hîn bibû û ji rolyefên destê xwe yek jî dabû birê min.


Seba em bo wê rolyefê çarçoveyeka pir xweş bikirin û dîwarê mala birê min bixemilînin em çûn wê dikanê.



Dema dikandar û birê min ketin sohbeta kirîn û firotinê min bala xwe da neynikan. Bala birê min jî ji sohbetê çû ser du rolyefên çarçovekirî.


Min dî birê min go ''Eva her du rolyefên çarovekirî çiqa xweş in. We seba firotinê danîne vir yan seba ku milet bibîne?''


Dikandar sekinî, bi rûyekî kenşikestî go: ''Na em nafroşin, em nafroşin wan.. Pêşîya depremê du kesan anîn ku em çarçove bikin. Me çêkir, ew ro va ro li benda xwedîyên xwe ne; me qêmîş nekir em bidin hinekan yan jî rakin daynin cîhekî din.''


Di ser wê deprema mezin, afata giran re du sal du meh derbaz bibûn - dewam kir wî dikandarî: ''Dibe ku xwedîyên rolyefan rokê werin dikanê, bira li ber çavan be, bira ew rolyefên xwe nas bikin û wan bibin mala xwe û dîwarên xwe bixemilînin.’’


Wê deqê aveka sar di ser serê me de rijîya. Deng ji xwedîyê dikanê, ji birê min hat birîn.


Min bala xwe da rolyefan, bi çavekî din dîsa lê mêyze kir. Heta wê deqê min ferq nekiribû çiqas xweş xanê dikirin.


Bi çi hêvî û xeyalan hatibûn çêkrin ew rolyef? Ewê biçûna kîjan mal û kîjan dîwaran? Xwedê zane..''


Fatma Erdem

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê