Bi Patreonê Dikarî Destekê Bidî Perxudres Podcastê

Merheba,

Min bo Perxudres Podcastê di talîya Nîsana 2025an re hesabekî Patreonê vekir. Bo kesên pir nizanin Patreon çi ye, tiştekî çito ye hûrik hûrik îzah bikim hinekî.


Patreon platformeka destekê ye û ji sala 2013an vir ve aktîf e, li dinê nola Facebook û Instagramê tê naskirin.


Li ser vê platformê ekserî sanatçi, sazbend û hunermendên serbixwe û serbest hene û heyranên wan ji vê platformê destekên madî didin wan.


Hinek heyranên Perxudres Podcastê berê çend caran ji min xwestibûn ku ez hesabekî Patreonê vekim, lê jiber ku ji karên min yên din yên medyayê çend quriş diketin destê min, min gotibû niha îcab nake û min venekiribû.


Sala 2025an ji karên min yên medyayê re xerab hat û ez bi derbekê re bê îş û şixul mam. Bi vê aşbetalîyê re, yanî bi halê min yê bê îş û kar re ser saxî û silametîya Perxudres Podcastê tirs û talûke çêbûn.


Çinku Perxudres Podcast jiber meseleyên Kurdî ji Instagramê, ji Spotifyê, ji YouTubeê tek qurişekê jî qezanc nake û bi tenê bi dildarî, bi hez û hewes, bi eşq û meraqê îşê xwe dimeşîne.


De ku derb li debarê dikeve û ekonomî xerab dibe, jiber ku ne wext dimîne ne taqet, ew karên hez û hewesê, ew karên eşq û meraqê disekinin.


Min jî sala xerabsalê tam dikira ji neçarîyê, mecbûrî Perxudres Podcast bida sekinandin ku çend heyranan xwest ez jibo wê hesabekî Patreonê vekim û pê îdare bikim.



Ez pir li ser fikirîm û ya rast min hinekî bi dil û aqilekî çîşkî fedî dike hesabê Patreonê vekir: Zanim çinku, zanim bi hezaran guhdarên Perxudres Podcastê hene û zanim gelek ji wan dixwazin destekên madî bidin ku podcast dewam bike, lê di desttengîya vî zemanî de ekonomîya wan rê nade.


Sirf seba ew guhdarên delal xwe li ber banga destekê bêpere hîs nekin min digot qey ezê hesabê Patreonê venekim, lê wekî din ti çare û mimkun nema.


Lazim e ez vê jî bêjim, her çiqas ez ser vê meselê hinekî fedî dikim jî mezin û maqûlên vê dewra dîjîtal vekirina hesabê Patreonê wek ferzekî karên serbest dibînin.


Bo nimûne Cüneyt Özdemir, ku li Tirkîye medyakarekî meşhûr e, hema bêje her ro bang li heyranên xwe dike ku jibo domdarîya karên wî ji Patreonê destekên madî bidin wî.


Li vê alemê ku Cüneyt Özdemirê ku bi xwe patron e û xelk li ber destê wî dişixule têde jibo karên xwe ji Patreonê banga destekê dike..


Îcar li vê alemê Omer Faruk Baranê ku ser nefsa xwe bi ruhekî sofî û serserî dibêje, ‘’Law dikî çi bikî ma, zengînîya mezin siheta sax e’’ ku rabe bo Perxudres Podcastê banga destekê bike qey pir e? Na, tew jî ne pir e û ne eyb e û ne gune ye jî.


Hem Mîr Celadet Alî Bedirxan bi wê mîrbûna xwe Kovara Hawarê ji sala 1932yan heta 1943yan bi destekên Fransa û beg û axalerên Kurdan derxistibû.

Perxudres Podcast ku ji sala 2022yan bi îmkanên xwe li ber xwe da heta 2025an hat, ji îro û bi şûnde dixwaze bi destekên guhdarên delal dengê xwe ya Kurdî bidomîne.


Guhdarên delal, a tewr hindik 5 dolar a tewr pir 1000 dolar, ji şabaşê heta reklam û piştê hûn dikarin destêkên xwe ji ser Patreonê bişînin.


Eger hikmê we tune, budçeya wê rê nade lînkên Perxudres Podcastê ji nas û dostên xwe re bişînin ku ew jî di van royên teng û tarî de qedr û qîmetek e, destekek e.


Silav û hurmetên her Pêncşem di saet 5:50 pm de, vê gavê bi xatirê we.


Omer Faruk Baran


https://www.patreon.com/c/PerxudresPodcast

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê