Weşana Me ya Perîyodîk Sekinî - Gulan 2025

Guhdarên delal, îro 22yê Gulana 2025an e û Perxudres Podcast jiber şertên heyatê, jiber desttengî û nebûna pereyan weşana xwe ya perîyodîk disekinîne.

Adara 2025an piştî ez jî nola gelek hevalên xwe yên medyakar bi fermana Serokê Amerîka Donald Trump ji îş hatim derxistin, ez dîrekt, tavilê berê bo Perxudres Podcastê ketim xeman.

Çinku min bi pereyên ji karên min yên din yên medyayê diketin destên min Perxudres Podcast li ser nigan disekinand û dimeşand.

Bi halê xwe yê parîyekî sofî parîyekî serserî, ti carî ne pereperest ez razî me ji heyata xwe, lê karên medyayê bi vê razîbûnê nameşin. Loma ez li heyatê me, sax im, lê weşana perîyodîk ya Perxudres Podcastê mir.

Berê bo budçeya Perxudres Podcastê çêbe min kovar û kitab û postkart firotin, nebû, min ji Patreonê banga destekê kir, lê ew jî nebû, destekeke hindik çêbû, tiştek neket ser hev.


Ji Patreonê, ji Mêrdîn, Riha û Diyarbekirê 4 kesên pir hêja bi qasî hikmê xwe destek dan. Jibo canikî û camêrîya wan pir û pir spas dikim, ezê ji wan her yekî re hedîyekê bişînim. Mala wan ava.

Yek li sirgûnîyê yek li tercûmanîyê du kekên min destek dan, binbar bûm, kêfxweş bûm. Çêyîya wan bîr nakim û ro were ezê li wan vegerim.

Dîsa gerokekî va çend hefte ne li Latîn Amerîkayê çerx dibe û vê saetê vê gavê li Meksîko ye xwe gihand hawara min ku spasîyek jî, yeka pir spas, bo wî.

Şeva berê ez li cemaeteke dostan bûm: Camêrekî bi dilsozîya xwe, bi dilê şewitî, mealen, got, tu bi salan e bi israr li dora Kurdî karan dikî, ka te çi da ser hev..

Zanim, bi tecrûbeyên pir berbad pir xerab zanim vî zemanî sermayeya entelektuel bi qasî pûl û pereyan ne bi qîmet e. Kes êdî nabêje kane û zane ye, dibêjin, ka wî hene çend erebe û ka wî çend xane ye.

Weşana perîyodîk dilşikestî disekinînim. Hem zati me kiriye xuset e, em ji saxan ne, ji miriyan hez dikin. Bang û hawara Perxudres Podcastê jî piştî vê mirina wê, wê were bihîstin. Vê gavê, vê gavê bi xatirê we guhdarên delal.

Omer Faruk Baran - Gulan 2025, Riha.

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê