Diyarbekir û 3Q: Qebe, Qure, Qirêj

Heta salên 2010î jî kafeyên Diyarbekir cîhên wisa bûn ku ekserî telebeyên unîversîteyê, xwendevan lê rûdiniştin. 

Kafeyan li ser vê rewşê ji memûr, mamoste û mihendisan, ji doktoran bêhtir li gor xwendevanan menu û muzîkên xwe çêdikirin. 

Bi serê salên 2020î ra ekonomîyê pişta xwendevanan şikand û xwendevan hêdî hêdî ji kafeyan vekişîyan. 



Vekişîn sivik dimîne hinekî, kafeyên bêmehne ultra-biha bi zimanê pereyan xwendevan qewitandin û ew cîh bûn cîhên kombûna kesên halên wan xweş tenê.

Tevî vê vekişîna xwendevanan tiştekî din derkete pêş û xwe raber kir: Ji sala 2025an radigihînim, li kafeyan, li maseyan pir û pir, tim û tim komên bi sê çar jin hene. 

Berê, behsa 10 salên berê dikim li kafeyan li her maseyekê him jin him mêr hebûn, lê êdî ne wisa ye. 

Guh didim ser însanan, her yek tiştekî dibêje ser vê rewşê. 

Hinek dibêjin ji ber veqetînên van salên dawî zêde bûne wanî bûye; jin û mêr ji hev veqetîyan û ji hev dûr ketin yanî, hinek dibêjin bi îqtidara AK Partîyê ra sekuler jî mecbûr man muhfazakar bûn bêyî ku ferq bikin, hinek dibêjin jin êdî xwe bi benê mêran bere bîrê nadin, hinek dibêjin mêr êdî naxwazin pereyên xwe bi jinan xwarin bidin bo îşên boş û betal. 

Ez çi dibêjim lê? Seba karên Perxudres Podcastê li kafeyan rûdinim û dibêjim nalet li vê sîstem û dûzena vî zemanî be ku çayekê, tek çayekê jî zêde dibîne ji zikê xwendevanan ra û mejîyê wan dikoje û dikuje, nalet lê.

***


Zazakî di zikê min da birîneka zimanî bû bi salan. Min zanibû ku derman xebat û xîret e lê jiber gijegij û gengeşîyên dinê wer wext nedihat Zazakî ku rûnim ser bişixulim. 

Hem Sirûca ez lê mezin bûbûm memûrên Tirk ên dewletê ne têda full Kurmanc bû, û li Urfa û Diyarbekir her çiqas silav kilava min û hinekên Zaza çêbûbû jî muhebeta me negihiştibû meraqa min a ser zimanê wan, ez ji wan pir tiştekî zêde ho nebûbûm. 

Axirî 2024 û 2025an bi teqîbkirina dersên Zazakî, bi xwendina kovar û kitabên bi vî zimanî ez ro bi ro vebûm û heta radeyeka ez-jê-razî hatim. 

Bi saya zazakinews.com, ferhenga Zazano û aplîkasyona Qur’ana bi Kurdî ya cîh daye Zazakî ez pir tiştan elimîm. Dîsa podcastên Veng Radyo jî jibo dengên bi Zazakî êpêce kêrî min hatin. 

Ji Soranîyê ji Zazakîyê, a min ji berê da Zazakî bala min dikişîne ku bi min ew min diajo ber kokên me yên Elewî û Êzîdî. Bi halê niha Kurmanc im û Henefî me, lê qey ne dîsa jî li pey ketime ku bibînim ka ez kî me. 

Perxudres Podcastê di hinek xelekan da hûrik hûrik du sê gotinên bi Zazakî dida berê lê têrê nedikir ku Agustosa 2025an destpê kir, cîh da xelekên tam bi Zazakî.

Kêfxweş im, nola ku min Malmîsanij û Roşan Lezgîn li Diyarbekir li hev anîbin pir kêfxweş im, Kurmanc Kurmanc Zaza Zaza pir û pir kêfxweş im.

***



Subay, seyah û sîyasetvanê Îngiliz Mark Sykes serê sedsala 20an ser Diyarbekir û miletê bajêr gotinên gelekî giran dike. 

Sykes bo Diyarbekir mealen dibêje, rih-sar e, bê dar e û ti xweşî û geşî lê tune. Nasekine, dewam dike Sykes, dibêje Diyarbekirî çi Xirîstîyan çi Misilman bin, çors û çirkîn in. 

Ê min, ji sala 2013an vir va nigekî min tim li Diyarbekir e, û jiber meyl û meraqa min a li ser bajêr hinek hevalên min êdî min nîv-Diyarbekirî jî dihesibînin. 

Eyan û eşkere ez ji Diyarbekir hez dikim, lê pê ra tim şer jî dikim. Şer, şer, şer, dibim tînim dibim tînim, a ez fehm dikim, ez Diyarbekir tevî hezkirinê bi 3 ‘’Q’’yan dibînim. 

Q-1: Qebe ye Diyarbekir. 
Q-2: Qure ye Diyarbekir. 
Q-3: Qirêj e Diyarbekir. 

Eger tu dixwazî qebebûna Diyarbekir bibînî here li restoraneka bajêr rûne ji garsonan tiştekî bixwaze, eger tu dixwazî qurebûna Diyarbekir bibînî here bi sîyasetvanên bajêr ra xeber bide, eger tu dixwazî qirêjbûna Diyarbekir bibînî hema li bajêr li ku bî li dora xwe binêre.

Omer Faruk Baran

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê