İstanbul - Urfa - Diyarbakır Türkçesi

Ez li mektebên Sirûcê bi Tirkîya dibêjinê İstanbul Türkçesi mezin bûm. Min bi salan bi vê Tirkîyê dixwend, bi vê Tirkîyê dinivîsî, bi vê Tirkîyê dida û distand û bi vê Tirkîyê rêka xeyalan ji xwe ra vedikir. 

Ji me hema 45-50 kîlometreyan wêda li merkeza Riha, Urfa Türkçesi hebû, me dibihîst lê me devê xwe pê nedikir. Çinku bi qaîdeyên mektebê em wer dielimîn ku bi vê Tirkîyê şorkirin, eyb û erzanî, nezanî ye. 

Bi wan qaîdeyan, Tirkîya te çiqas İstanbul Türkçesi bûya tu wiqas efendî, wiqas pak î şûştî û jêhatî dihatî hesibandin û Tirkîya te çiqas ji wê Tirkîyê dûr keta tu wiqas qebe û ji-xwendinê-ra-nabe dihatî dîtin. 

Vê rewşê paşê, belkî bi hinekan ecêb were, tesîr li Kurmancîya min jî kir. Min zor û zehmetî dida xwe ku ez li her derê bi Kurmancîya kovar û kitaban, kanalên televîzyonê şorê bikim ku qaşo a me şaşomaşo bû. 

Bi wê hewesê, sirf seba xatirê wê Kurmancîya min dîrekt a rast dihesiband, min a xwe ya heyî û hazir hildiweşand û li şûnê yeka xwînsar û ne ti kar çêdikir. 


2014, 2015 û 2016an ku ez li war û welatên Kurmancî bo karên medyayê çerx bûm, min dît Kurmancîyên milet çi li xerbî çi li şerqî çê-xerab nêzîkî hevdu ne û a ji wan dûr û pir dûr Kurmancîya kovar û kitaban, a kanalên televîzyonê ye. 

Îcar seba ez Kurmancîya ez paşê pê ketibûm ji xwe daweşînim û dil û aqilê xwe, devê xwe bi mecaz û metaforên xas û xalis tije bikim ez bi salan li çayxane û qehwexaneyên derên bazar-Kurmancî, derên mîna Cizîr, Nisêbîn, Bazîd, Dêrik, Sîlvan û Sirûcê rûniştim û min bi dizî guh da ser milet.

Çito ku mekteba Tirkan xêncî İstanbul Türkçesiyê ti Tirkî rast nedihesiband û qerfê xwe bi ewên din dikir, medyaya Kurdan jî bi salan tenê Kurmancîya xwe rast hesiband, qerfê xwe bi devê milet kir û dil û zimanê milet şikand. 

Nav aksan dibe, devok dibe, şêwe dibe, zimanê her hêlekê bi qaîdeyên xwe heta radeyekê têra xwe rast e û bi gramera xwe hereket dike. A li zimên tesîr dike, a li ser dêv tesîra xwe raber dike talîya talî cografya ye, hewa ye, germa û serma ye. 

Kurdek cîranê Tirkan be elbet wê Tirkî li zimanê wî keve, cîranê Ereban be wê Erebî û cîranê Farisan be wê Farisî ku bi van zimanan îmkan çêdibin ku Kurdî hîn mezin hîn zengîn bibe. Hem eger Kurdek rabe ji Rûsî yek rabe ji Îngilizî kitaban tercûme bike, lazim e ew ji wan zimanan çend gotinan jî bi xwe re bînin Kurdî ku ziman îmaj û mefhûmên nû bibîne û bi qalib û qaîdeyên xwe, xwe li tiştên nû biceribîne.

Fikrên min ên ser zimanan, ewên di ser mektebê ra bi Tirkî çêbûbûn guherîn. Ez îro ro her çiqas nikanim ji İstanbul Türkçesiyê dagerim jî êdî ji Urfa Türkçesi û ji Diyarbakır Türkçesi jî hez dikim, muzîk û meqamên wan kêfekê didin min, xweşîya min darin. 

Bi gotina zimanzanan be Urfa Türkçesi û Diyarbakır Türkçesi bi tesîra Tirkîya Azerîyan çêbûne. Ez nizam Kurmancîya medyaya Kurdî bi tesîra kê û kê çêbû û em niha ji dest wê pergende û perîşan bûne. Dibêjin hakim û hekîmên zimên hebûne wextekê, rabûne berê xwe dane dîyarê qebrê, dilşikestî çûne. 

Omer Faruk Baran

PIRR TÊNE XWENDIN

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê