Kayıtlar

Berberê Pîranî, Herba Tifing û Tembûran, Îsot û Bîraxane

Resim
Berber min î jiber Tirkîya wî ya Diyarbekirî min hîn piştrast nekiriye ka Kurmanc e yan Zaza ye, piştî ez bi telefonê xeber didim, jiber Tirkîya min ya Stenbolî îhtimaleka mezin, di ber meqesa xwe ya oste ra bi meraq dipirse ji min, ka ez ji ku me.   Li vî bajarî, li Diyarbekir bi tecrûbeyên tesîrên tam li min kirine ez rind zanim, ku ez dibêjim ez ji Riha me, Urfali me, ew kesên mal û memleketê min dipirsin, bi rûyeki tirş, tehl dibin hinekî. Feqet ku ez ji wan kesan ra dibêjim ez ji Sirûcê me, sohbeteka diqulibe ser nasî û dostanîyê çêdibe.  Nîyeta min ya sohbetê pir tune, bes piştî ez dibêjim ez ji Sirûcê me û Kurmancbûna xwe eşkere dikim bêyî ku bêjim, ez jî ûsilen dipirsim, dibêjim ‘’Lê tu heyran?’’ Berber dibêje ‘’Ez Dîclelî me, ji Pîranê me’’ û meqesa xwe disekinîne, ji eynikê li min dinêre û bi kinî, serpilkî behsa Zazabûna xwe û Pîranê dike.  Seba ez raber bikim ez jî çend gotinan bi Zazakî zanim, Sirûcîbûna xwe bi zimanê wî bi du şeklan dibêjim, ‘’Ez Sirûc ra ya...

Mektûba Guhdar O. û Xuşexuşa Çemê Çavan

Resim
Min zehf bêriya te kiribû, şev nîvê şevê rabûm min kaxiz û qelema xwe girt da ku ji te ra mektûbekê binivîsim. Bi dengê Şivan Perwer, di telefona xwe da min strana  Min Bêriya Te Kiriye  vekir û çi ji dilê ku bi eşqa te xemgîn e hat, min nivîsî. Jiber ku te bi min ra xeber nedida û ji min dûrketî bûyî, jiber ku di ser da jî te bi ti awayî bersivên peyamên min nedida, min jî got çare, wekî qewlê berê kaxiz û qelem. Guhê min li stranê bû, aqil û dilê min jî li ser te. Stranê dest pêkir, min jî dest bi nivîsê kir; stran xilas bû, min ew dîsa hilda serî. Heya mektûb qediya min li heman stranê dubare dubare guhdar kir. Min mektûb xist nav zerfekî û danî ser masê dûra. Bû sibe, min mektûba xwe, a rast mektûba te, lewra mektûb bibû ya te êdî, hilda û hatim wê hêla mala we.   Ji te ra peyamek şand, min got “Were mektûba xwe hilde û here” lê te bersiv neda û tu nehatî jî. Ez nêzîkî saetekî wisa li wir mam, min dîsa peyamek şand, te got “Ez nayêm û mektûbê jî hilnadim.”   Min ...

Ronakpak, Meyroya Girê Sîra, Tirsa Spotifyê û Dîwana Umer Barasi

Resim
Ji arşîveka dîjîtal li Serxwebûnê dinêrim; hejmara 1ê ya serê sala 1982yan derketiye. Vê Serxwebûna bi Tirkî ya salên pêşî yên PKKê di vê hejmara 20 sahîfeyî da sahîfek bi Kurmancî hazir kiriye.   Di vê sahîfeya Kurmancî da Serxwebûna sala 1982yan radigihîne ku bi qasî 250 ronakpakên PKKê hene. ‘‘Ronakpak’’; li kêleka peyvê bi parantezê hatiye gotin ku mehneya wê ‘‘şehîd’’ e, ronakpak.   Ez pir dibînim ku li şûna ‘‘şehîd’’ê hinek kes dibêjin ‘‘pakrewan’’, lê ez jibo ‘‘şehîd’’ê li ‘‘ronakpak’’ê rast nehatibûm berê. ’’Şehîd’’, bi mehneya fedaîyê dînê Îslamê di nêv milet da bû ya rast, bes li Tirkîyê dûra him bo eskerên Tirk hate gotin him bo gerîlayên PKKê ku wan bi qasî 50 salan xwîn ji hevdu rijandin.  Tê bîra min, salên xortanîyê min li Sirûcê ‘‘şehitler ölmez’’a bi Tirkî jî dibihîst, bi eynî mehneyê ‘‘şehîd namirin’’a bi Kurmancî jî.   ’’Şehitler ölmez’’ dema cinaze bi beyraqa sor û sipî bû û esker bû dihat gotin, ‘‘şehîd namirin’’ dema cinaze bi kesk û sor û zeran...