Mektûba Guhdar O. û Xuşexuşa Çemê Çavan
Min zehf bêriya te kiribû, şev nîvê şevê rabûm min kaxiz û qelema xwe girt da ku ji te ra mektûbekê binivîsim.
Bi dengê Şivan Perwer, di telefona xwe da min strana Min Bêriya Te Kiriye vekir û çi ji dilê ku bi eşqa te xemgîn e hat, min nivîsî.
Jiber ku te bi min ra xeber nedida û ji min dûrketî bûyî, jiber ku di ser da jî te bi ti awayî bersivên peyamên min nedida, min jî got çare, wekî qewlê berê kaxiz û qelem.
Guhê min li stranê bû, aqil û dilê min jî li ser te. Stranê dest pêkir, min jî dest bi nivîsê kir; stran xilas bû, min ew dîsa hilda serî. Heya mektûb qediya min li heman stranê dubare dubare guhdar kir.
Min mektûb xist nav zerfekî û danî ser masê dûra. Bû sibe, min mektûba xwe, a rast mektûba te, lewra mektûb bibû ya te êdî, hilda û hatim wê hêla mala we.
Ji te ra peyamek şand, min got “Were mektûba xwe hilde û here” lê te bersiv neda û tu nehatî jî. Ez nêzîkî saetekî wisa li wir mam, min dîsa peyamek şand, te got “Ez nayêm û mektûbê jî hilnadim.”
Min êdî baş fehm kir ku tu êdî qet nayê. Mektûb di destê min da, ez jî wisa mam. Dûra min mektûb xist berîka xwe û vegerîyam, hatim. Min mektûb danî nav deftereka xwe û êdî qet dest nedayê.
Salek di ser ra derbas bû. Min gelek caran hewl da ku bi te ra xeber dim lê te hemû rêyan li ber min girtibû, te bi ti awayî bersiv neda.
Rojekê min bihîst ku tu zewicîyî. Ew roja ku min vê xeberê bihîst, ew mektûba ku min beriya salekî ji te ra nivîsîbû ket bîra min.
Ew mektûb, min çû ji nav defeterê derxist û ji mal derketim, li erebeyê siwar bûm. Çûm, li ber çemekî rûniştim, li ber çemekî ku ti kes li ber tine bû.
Hinek hêsir ji çavên min hatin, mektûb di destê min da bû hê jî, çend dilop hêsir di ser mektûbê da rijiyan û mektûb hinekî şil bû. Wek ku ji çavên min jî xuşexuşa çemekî bû.
Min heste ji berîka xwe derxist û agir berê mektûba şil da. Mektûb hêdî hêdî şewitî, mektûb şewitî, dilê min jî şewitî pê ra, dilê min şewitî, eşqa min jî şewitî pê ra û êdî tiştek jê nema.
Li erebeyê siwar bûm, min strana Min Bêriya Te Kiriye vekir û vegeriyam malê, min îcar ev mektûb nivîsî. Bi xatirê te.
Guhdar O.