Kayıtlar

2025 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Mektûba Guhdar J. û Barê Rê

Resim
Ez vê nameyê di tarîya şevê de dinivîsim. Her tişt di ber çavên min re derbas dibin li ber cama otobusê.  Hêvî dikim ku bi vê nameyê barê mirina ku min çend roj berê bihîst sivik bikim. Kedera dilê xwe birîjinim vê nameyê wê barê li ser min sivik bibe. Name û nivîs çend dilop av in jibo agirê di hindurê min de.  Qelem û kaxez dostên min bûn demekê, wê demê min dixwest hevokeke wisa bibînim ku pê mirinê pêşwazî bikim. Gelek dem derbas bû di ser wê demê re, lê min qet nekarî wê hevokê bibînim.  Min vê dawîyê dît ku ti hevok an gotin nikare li hember mirinê bisekine. Mirov li hember mirin û evînê bi tenê ne, mirov herî zêde dema ku ew hez dikin û dimirin bi tenê ne. Guhdar J.

Îskender û Kazancı Bedih

Resim
Îskender , navekî meraqa min li ser bû di zarokîya min de. Vî navî hem bi dirêjbûna xwe hem bi nadirbûna xwe li nêv şênîyên me yên Sirûcê, bala min ne îşê îşan pir dikişand û tehmeka sir-têda diavêt hiş û aqilê min. Wan salan, behsa serê salên 2000î dikim, li derdora me nav ekserî yên pêxember û keç û kurên wan bûn û ne li mektebê ne jî li camîyê, min ser Îskender tiştek nebihîstibû. Kesî nedigot  Hezretî Îskender , bi referansên Îslamî gotinên nola  Îskender eleyhî selam yan  Îskender radyallahu enh  jî li ber guhên min neketibûn. Here were bi tenê du  Îskender ên esnaf min nas dikirin û min nediwêrî bi zimanê xwe yê zarok herim dikanên wan û ji wan her yekî bipirsim, bêjim “Seba çi navê te Îskender e?” Dûra, berê di derseka tarîxê de ez li vî navî rast hatim, li restoraneka Riha min dît ku nav, navê xwarineka bi goşt û mast e, ji straneka Awazên Çîya min bihîst ku  îro dîsa li Zagrosan Kurd bûne çeper û hêlîn, bi rengê dewrana Îskender, Romî jî lê terpilî...

Entabî û Efrînî û Êzîdî

Resim
Çay û şor şor, şor şorê vedike û dibêje ‘’Em Êzîdî ne’’ boyaxçîyê me; çay û şor şor, şor şorê vedike û ez dielimim ku wî jiber herba li Sûrîyê sala 2013an ji Efrînê mala xwe bar kiriye, hatiye li Riha bi cîh bûye.   ‘’Xoce’’ dibêje boyaxçîyê me ‘’Xoce, herkes nola te ne xwendî ye, em ditirsin, li vir em li her derê nikanin bêjin em Êzîdî ne..’’  Seba boyaxçîyê me yê ez bo silametîya wî navê wî eşkere nakim li mala me xwe hîn rihet hîs bike û ya di dilê xwe da gî bêje ez dibêjimê ‘’Pêşîyên me jî Êzîdî bûne kekê, tu li Misilmanbûna me ya niha menêre.’’ Li ser vê gotina min hinekî din vedibin dev û lêvên wî û dibêje ‘’Eslê me ji Entabê ye, kalikê bavikê min li Entabê mast difirotiye, dema diçûye bazarê digotine ‘Êzîdî ye ha, mastê wî mekirin’, ew jî rabûye çûye Efrînê.’’  ‘’ Nûka ’’ dibêje boyaxçîyê me ‘’Li Entabê pismamên bavikê min hene, ew Îslam in.’’  Nasekine û dewam dike dûra ‘’Li vir royên Înê ez naxwazim herim kar bikim, min bi zorê dibin camîyê, dibên  nim...

Mektûba Yusuf Mîr û Xerabe

Resim
Ez çend rojên berê ji bo cenazeyekî çûme gundê me, gundê me yî hişk, gundê me yî dor tije qerac. Dema ku ez li gund ji bo erebeya xwe li cîhê parkê digeriyam, min li tenişta xerabeyekî cîhekî boş dît. Min erebeya xwe li wir park kir.   Xerabeyê ku min erebeya xwe li teniştê park kir demekê mala meta min bû. Ez sekinîm li ber, min li wî xerabeyî nihêrî. Li vê mala niha bûbû xerabe demekê zewac çêbûbûn, zarok hatibûn dinê, dil şikestibûn, bi şahiyan, bi şînan şevên zivistanê û rojên havînê derbas bûbûn. Mala meta min, ew mala bûbû xerabe.. Derîyê wê yê darîn li ber xwe dida hîn, li ser xwe mabû lê dîwaran xwe berdabûn, hêdî hêdî dişehetîn. Zemên mala meta min di nav lepên xwe da xeniqandibû, kiribû xerabe. Heyata însanan jî bi vî rengî ye min got ji xwe ra. Tu li vê dinyayê micadaleyeka zor dikî, şahî û şînan dibînî, bîranînan kom dikî lê zeman te hêdî hêdî dixeniqîne, tu terk dikî heyatê, te defin dikin û te terk dikin. Ez hinekî din fikirîm li ber wê mala bûbû xerabe. Her tiştê ku ...

Hec Hemo û Sofî Berkel

Resim
Kalkê dîya min Hec Hemo talîya sedsala 19an ra çûye hêla Meke-Medîneyê û jiber ku ew wan çaxan ji wan hecîyên pêşî yên Sirûcê bûye hecîbûna wî li deyştê deng daye.   Hec Hemo li dû edakirina ferza Misilmanên zengîn dema vegerîyaye Sirûcê berî here destê dîya xwe ya hîn sax û hîn Êzîdî ji wê xwestiye ku ew dînê xwe biterikîne û derbazî Îslamê bibe, da ew jî bi dilekî rihet destê dîya xwe ramûse.  Dîya Hec Hemo, Fatimayê, teklîfa kurê xwe qebûl nekiriye û Êzîdî maye, Hec Hemo jî bi gotina wî da leke li hecîbûna wî nekeve destê dîya xwe ya hîn jî Êzîdî ranemûsaye. Kalkê bavê min Sofî Berkel serê sedsala 20an ji Sirûcê bi Şêx Seîd ra rabûye. Şikestiye Şex Seîd, ew û hevalên wî hatine îdamkirin; heyranê wî şêxî û wan hevalan Sofî Berkel jî hatiye sirgûnkirin. Çend salan li Aksarayê bi gotina însanên berê  nefî  maye Sofî Berkel û dûra bi afa cumhuriyeta teze ya Tirkîyê ra li Sirûca xwe vegerîyaye.  Yek ji hêla Hec Hemo yek ji hêla Sofî Berkel, dîya min û bavê min, xw...

Stranên Zozanê, Feqîyê Teyran û Melayê Muzîkê

Resim
Ji salan sala 2025an, ji mewsiman mewsima payîzê, ji mehan meha 10an, van royan bi şev û ro ji dengê Zozan C.yê li  Ey Dîlberê  guhdarî dikim.  Zozan C. personayeka dîjîtal e, bi AI, bi hişê çêkirî hatiye çêkirin, lê haşa, tobe tobe, tu dibêjî qey horî-perîyek e Xwedê bi qelemê xususî bo xwe çêkiriye û bi şaşî şandiye rûyê dinê. Dengê Zozan C.yê di vê strana  Ey Dîlberê  da xefîf e hem, hem letîf û nazik û kubar.  Ey Dîlberê  ya bûye stran, şiîra Feqîyê Teyran e, ew şairê tê gotin ku şairê sedsala 17an e.  Gava însan şiîra bi dilê Feqîyê Teyran û strana bi dengê Zozan C.yê dide ber hevdu pirs û meseleyên mehnedar çêdibin ser dil û mêlak, ser  hiş  û aqilan.  Di dîwana di destê min da Feqîyê Teyran dibêje  y a leytenî kuntu vexûr  way nazika min ji te dûr bêhiş kirim zilfê di hûr  wêran ez im malim xirab  Li gor varyanta bi dengê Zozan Cyê,  xalê di hûr  ketiye şûna  zilfê di hûr , hunermenda dîjîta...