Ta Heta Kafeyan

Di salên min ên Sirûcî da, wan çaxên ez hûr bûm hîn, hîn gir nebûbûm, li gor fikrên mala me ya mihefazakar qehwexaneyan bi îmaja xwe ya leke lêketî bo boş û betalan îş dikirin.

Van qehwexaneyan, xaneyên wan ketibûn, tenê mabûn qehwe li ser zimên: Filankes dare qehwê, mehneya xwe yanî, filankes xwe ji îş û karên heyatê, ji suxreyan badide, dare bi kevir û kaxetan dilîze û zirarê dide şexsîyeta xwe.

Li ser vê fikrê, bi nezer û nêrîna min jî elbet qehwe cîhên pîs û xerab bûn; herim bikevim hindurê qehweyan li dera han, heta ne mecbûr bû ez di ziqaqên qehweyan ra jî derbaz nedibûm.

Hevalên me yên jiber şertên heyatê bo parîyek nan danekî du danan li qehweyan dişixulîn zû balix dibûn, û wan, ewên li qeheweyan ji mezinan qiseyên pîs dibihîstin, li mektebê bi pistepist behsa tiştên eyb û guneh dikirin balix balix.


A min, ez li dikana bavê xwe dişixulîm, û seba mişterî yan nas û dostên bo şêwrekê li dikanê rûdiniştin, bi îşareta bavê xwe ez direvîyam min diçû ji çayçi çend çay dixwestin. Car hebû çaycî digot ‘’Ti here eze 
wûnim’’, car caran jî min bi xwe ra dianîn çay.

Çayxane, ku têda kevir û kaxet nedihatin lîstin û tenê xizmeta çayê didan esnafan bêzirar û pak dihatin hesibandin.

Hinek mêvanên xerîb li şûna çayê lezo vedixwarin ku hinekan ji wan ra digotin oralet, kuşburnu jî hebû ku tenê hinekan bi forsa zanîna zêde digotin, ‘‘kuşburnu bi Tirkî ye, navê vê bi Kurmancî şîlan e.’’

Piştî qehwexane û çayxaneyan, salek du salan berî mîlenyuma 2000î destpê bike, kafe, bi înternet kafeyan hatin Sirûcê. Sire tunebû li ser van înternet kafeyan û di demeka pir kin da bûn bi dehan înternet kafe ku wan bi komputer û klavyeyên gemarî xizmet didan; înternet didan, ne çay û qehwe.

Ne înternet kafe, dûz kafe, li Sirûcê tunebûn serê salên 2000î û li merkeza Riha jî ew nola mekanên veşartî bin, li binê daîreyên apartmanan, li zemînên jêr bûn, li cîhên teng û tarî.

Tê bîra min, keçxatûneka bajarî piştî sohbeta me ya li ser nigan xwestibû em herin kafeyekê rûnin, lê min teklîfa wê bi zimanekî kubar red kiribû û em çûbûn li parkê rûniştibûn.

Çinku li gor qafê min î taşrali û ji derve û ne bajarî, kafe ne cihekî minasib bû em lê rûniştana û nedibû min keçikek bi xwe ra bibira kafeyê.

Piştî salên min ên li Stenbolê, salên 2010î li Diyarbekir kafe tam ketin heyata min. Li Sûr û li Ofîsê ez dibêjim qey kafeyeka ez lê rûneniştime nemaye, lê ez bi qasî berê naçim, tercîh nakim kafeyan.

Yek îstîsna ne têda, kafeyên Sûrê bi tûrên tûrîstan kalîteya xizmetê daxistin û ketin pey bihabûneka zêde zêde, û kafeyên Ofîsê bûn bazara bedenan, biha dixwazî, dixwazî erzan.

Omer Faruk Baran

Vê xelekê îlhama xwe ji Çi Şên E Qehwexaneya Bajêr girtiye, kitaba Weşanxaneya Pallê.

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Qasim 2025: 230 Dolar

Bi Pêşgotina Abdullah İncekan Hinekî Din Rainer Maria Rilke