Hec Hemo û Sofî Berkel
Kalkê dîya min Hec Hemo talîya sedsala 19an ra çûye hêla Meke-Medîneyê û jiber ku ew wan çaxan ji wan hecîyên pêşî yên Sirûcê bûye hecîbûna wî li deyştê deng daye. Hec Hemo li dû edakirina ferza Misilmanên zengîn dema vegerîyaye Sirûcê berî here destê dîya xwe ya hîn sax û hîn Êzîdî ji wê xwestiye ku ew dînê xwe biterikîne û derbazî Îslamê bibe, da ew jî bi dilekî rihet destê dîya xwe ramûse. Dîya Hec Hemo, Fatimayê, teklîfa kurê xwe qebûl nekiriye û Êzîdî maye, Hec Hemo jî bi gotina wî da leke li hecîbûna wî nekeve destê dîya xwe ya hîn jî Êzîdî ranemûsaye. Kalkê bavê min Sofî Berkel serê sedsala 20an ji Sirûcê bi Şêx Seîd ra rabûye. Şikestiye Şex Seîd, ew û hevalên wî hatine îdamkirin; heyranê wî şêxî û wan hevalan Sofî Berkel jî hatiye sirgûnkirin. Çend salan li Aksarayê bi gotina însanên berê nefî maye Sofî Berkel û dûra bi afa cumhuriyeta teze ya Tirkîyê ra li Sirûca xwe vegerîyaye. Yek ji hêla Hec Hemo yek ji hêla Sofî Berkel, dîya min û bavê min, xw...