Mektûba Guhdar O. û Çîçeka Çolê
Ew çax cara ewil bû ku min te bi çavên seriyan dît, bi bejn û bala te ya nazik û nazenîn, bi delaliya te, zehf delal.
Piştî çend xweşxeberên li ser piyan me berê xwe da parka Ehmedê Xanî ku em ê li wir rûniştana.
Em çûn parkê, me çavên xwe li cihekî baş û vala gerand û em rûniştin; ji çavên seriyan, ji gotegotan dûr.
Me du heb çayan xwest. Beriya sohbetê min gulesorek da te. Min ji dikana Şêxmûsê Gulfiroş sitandibû. Bi dîtina gulê re tu gelek kêfxweş bûyî, kenek şermok û xweşik li ser rûyê te ket.
Te jî ji min re pirtûkek anîbû, Fakat Müzeyyen Bu Derin Bir Tutku ya İlhami Algör bû pirtûk. Ez bi wê diyariya te gelek kêfxweş bûm.
Çay hatin û em ketin nav sohbeteke kûr. Me ji edebiyatê dest pê kir, ji jiyanê, ji mirovan, ji eşq û evînê dewam kir. Sohbeteke kûr, dûr û dirêj, têra dilê me.
Tu xanimeke zana bûyî, gotinên gelek xweş ji devê te derdiketin. Her gotinên ku ji devê te derdiketin wekî niqoteke avê diket nav dilê min û min di wî dilî de digot “Çi xanimeke xweşkelam e.’’
Dûre gotin hat ser mûzikê. Min got; “ Ez gelek ji mûzikê hez dikim” û min ji te pirsî ‘’Tu jî ji mûzikê hez dikî? Te got “ Belê helbet, ez jî ji mûzika arabesk û ji mûzika Kurdî hez dikim.’’
Bi gotina mûzika Kurdî gelek kêfxweş bûm. Te wî kêfxweşiya min ferq kir û got; “Ma tu ji mûzika Kurdî zehf hez dikî?’’ Min jî got “Belê, zehf hez dikim.” Dûre te got “Jixwe bi axaftina te, bi gotinên te xûya ye ku tu Kurdekî xas î.” Kurdekî xas, bi gotina te, Kurdekî xas, ez bêhtir kêfxweş bûm. Min spasîye te kir û pirsî ji te: ‘’Tu ji kîjan hunermendan hez dikî?’’ Te jî got “Ez ji Xecê hez dikim.”
Piştî çend gotinên ser mûzîkê te ji min re got “Tu dikarî straneke Xecê vekî ji me re?” Min jî got “Helbet serçavan.” Min telefona xwe hilda û ji te re strana “Nizanim” vekir, strana ku digot çawa bêjim nizanim, hez dikim ji te çîçeka çolê
Em rabûn meşiyan, em rabûn ketin ser rêyekî, em hinek çûn û rastî dawetekî hatin. Ji dawetê dengek dihat. Deng dengê Xecê bû lê me got “Heyran ka çi îşê Xecê li dawetê heye?”
Em bi meraqekî rabûn çûn nav dawetê. Me dît wa Xecê li ser sehnê stranên xwe dibêje. Me li çavên hev nihêrî û em gelek şaş man, ev ji me re bû suprîzek mezin.
Min ji te re got “Ka em jî nekevin govendê gelo?” Te got ‘’Na nabe” lê min israr kir hinek, jixwe dilê te jî hebû û dawiya dawî te qebûl kir. Em rabûn çûn ketin govendê, em ketin destê hev û me tûrek govend gerand.
Dûre em derketin ji govenda xweş. Te got “Em herin êdî, dereng e.” Hê gotina te xilas nebibû Xecê dest bi straneke din kir, ‘‘Nizanim” digot Xecê. Te li min nihêrî. Kenekê şêrîn daket ser rûyê te. Dûre te got “Em hinek bisekinin. Bila stran xilas bibe em paşê herin.”
Min destê xwe da destê te, te jî destê min girt. Em sekinîn, heya ew stran xilas bû.
Ew roj bû ku me hevdu dît, ew roj bû ku me destê hevdu girt, ew roj bû ku me ji hevdu hez kir. Wekî Xecê jî dibêje çawa bêjim nizanim, hez dikim ji te çîçeka çolê.
Guhdar O.
Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe yên mîna te hêja weşanê dike. Eger tu ji weşanên Perxudres Podcastê hez dikî tu jî dikarî bi qasî budçeya xwe destekê bidî ku weşana wê nesekine, dewam bike. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî.

