Payîz 2025: Sê Sed Xelek
Adara 2022yan li maleka li Ofîs a Diyarbekir bi mîkrofona xwe ya telefonê ketibû qeydê Baranê ji peyivînê pir hez nedikir. Jiber vê heznekirinê gotin, şorkirin bi wî ne îşê îşan pir giran hatibû û wî da ew xeleka pêşî qeyd bike û wê li platformên podcastan bar bike, tam royekê, ji sibê heta êvarê xwe dabû ber podcastandinê.
Bi wê xeleka pêşî ra Baranê Perxudres Podcastê qirar dabû ku ew heftê carê royên Pêncşemê di saet 5:50 pm da li ser podcastê be. Dûz, di dûzenê da piştî bi dehan xelek ketibûn ser hevdu Perxudres Podcastê di royên din da jî ser kultûr, sanat û edebîyatê xelekên nû weşandibûn.
Di demeka pir kin da deng vedabû Perxudres Podcastê û wê hîn berî saleka xwe qut bike xelateka rojnamevanîyê sitandibû ku li ser xatiraya Musa Anter û hevalên wî dihat dayîn.
Seba dengê Perxudres Podcastê pirtir bela bibe Baranê bi salan bû ji kaosa sosyal medyayê nefret dikir jiber şor û şîretên guhdaran ne carekê du caran, çend caran li ser Facebook, X û Instagramê bo podcastê hesab vekiribûn, lê doma wan dirêj nekiribû û wî ew her carê bi poşmanîyên pir mezin girtibûn.
Fikra Baranê parîyekî asosyalê li malê ew bû ku guhdarên meraq û hez û hewes pê ra podcastê bi xwe bibînin û li wê guhdarî bikin, ne ku Baran di her xeleka nû da lînkan ji sosyal medyayê bela bike û bibêje ‘’Ji we ra xeleka nû, a ji we ra lê guhdarî bikin..’’
Wan çaxan, wan çaxên Perxudres Podcast nû ketibû xeleka 300î, Baran ditirsiya ku ew li ser vê podcastê bikeve tekrarê, bo wî talûke û trajedîya mezin tekrar bû. Hesasîyeta wî ya ser tekrarê ewqas zêde bûbû ku wî carna jibo mektûbên guhdaran jî digot ‘’Te di filan tarîxê da di bêvan mektûbê da jî bi eynî kelîmeyan behsa eynî tiştî kiriye, loma em nikanin vê mektûbê biweşînin..’’
A xweş û şebab ew bû ku hinekî jî bi cehd û cefaya Perxudres Podcastê, Spotify piştî çend salan mecbûr mabû ku Kurdî bixe lîsteya zimanên xwe. Jiber ku Kurdî di lîsteya Spotifyê tunebû, Perxudres Podcast bi qasî 3 salan geh wek podcasta bi Tirkî geh jî wek bi Îngilizî hatibû hesibandin.
Payîza 2025an, meha 10an bû. Edîtorê Perxudres Podcastê bi wan destekên guhdarên delal yên li Patreonê, bi pereyên reklaman hesab kitab dikir, li ber xwe dida ku podcast nesekine, dewam bike.
Payîza 2025an, meha 10an bû. Baranê Perxudres Podcastê bi îstatîstîkan zanibû ku li Tirkîyê podcasta bi Kurdî ya milet tewr pir lê guhdarî dike podcasta wî ye û ew bi hezaran podcastên bi Tirkî derbaz dike, dikeve lîsteyên podcastên populer.
Payîza 2025an, meha 10an bû. Edîtorê Perxudres Podcastê zanibû ku guhdarên podcasta wî ji derdorên elît in û guhên wan bi meraq li ser karên entelektuel in.
Payîza 2025an, meha 10an bû. Xeleka 300î li ser Perxudres Podcastê, payîza 2025an, meha 10an bû.
