Ta Heta Kafeyan
Di salên min ên Sirûcî da, wan çaxên ez hûr bûm hîn, hîn gir nebûbûm, li gor fikrên mala me ya mihefazakar qehwexaneyan bi îmaja xwe ya leke lêketî bo boş û betalan îş dikirin. Van qehwexane yan, xane yên wan ketibûn, tenê mabûn qehwe li ser zimên: Filankes dare qehwê , mehneya xwe yanî, filankes xwe ji îş û karên heyatê, ji suxreyan badide, dare bi kevir û kaxetan dilîze û zirarê dide şexsîyeta xwe. Li ser vê fikrê, bi nezer û nêrîna min jî elbet qehwe cîhên pîs û xerab bûn; herim bikevim hindurê qehweyan li dera han, heta ne mecbûr bû ez di ziqaqên qehweyan ra jî derbaz nedibûm. Hevalên me yên jiber şertên heyatê bo parîyek nan danekî du danan li qehweyan dişixulîn zû balix dibûn, û wan, ewên li qeheweyan ji mezinan qiseyên pîs dibihîstin, li mektebê bi pistepist behsa tiştên eyb û guneh dikirin balix balix. A min, ez li dikana bavê xwe dişixulîm, û seba mişterî yan nas û dostên bo şêwrekê li dikanê rûdiniştin, bi îşareta bavê xwe ez direvîyam min diçû ji...