29 Ekim 2024 Salı

Sînorê Şiîrên Arjen Arî: Nisêbîn û Qamişlo

Arjen Arî, 2012

Şairê şêrgele Arjen Arî di nivîseka xwe de dibêje ew ji wî welatî ye, welatê helbestên nebihîstî, welatê destanên jibîrbûyî.

Di eynî nivîsê de, Arjen Arî dibêje li wî welatî li ser rêka helbestê dilê wî di mista wî de ye û li ser lêvên wî hezên hiznî yên stranan rêz bûne.

Bes ji şiîrên Arjen Arî wer tê xanê ku yên wî, hezên wî hem bi wan stranên li ser lêvên wî hem jî bi hidûdan kesirîne. 

Belkî çem û çîya, deniz û derya hidûdên tabiî ne û hikmê şairan li wan nabe, lê hidûdên li deşt û berîyan, ewên bi têlên rêsayî, ewên dihêlin ku tu hêla din ya ji te bibînî, lê bi eskerên li ber nahêlin ku tu derbaz bibî, hidûdên wisa ne ku bi destan hatine çêkirin û şair jî tînin bi qelemên destan xwe lê diqelibînin.

Arjen Arî yê ku li Nisêbînê, li ber serê Qamişloyê hatiye dinê û mezin bûye di çend şiîrên xwe de nîşanên eşqeka yek li vê hêla sînor û yek li wê hêlê dane.

Mesela di şiîreka xwe de Arjen Arî dibêje berêvarekê, yê ku roj lê diçe ava ew e û dibêje 
xwezî ev sînor nebûya.

Di şiîreka din de, nav tu bihata, ku gorey min ji şiîrên Arjen Arî ya herî hiznî ye, şair ji wê xayînêyê re ku bi şev nehatiye ew hevdu bibînin, dibêje dilê wî sed carî li sînor wer bûye û dibêje tu bihata ev dil li dû te Binxet nedibû.

Şeveka tiptarî jî Arjen Arî daku yar were rêka wê ya li sînor vedike û xweş dike: 

gund razaye, kûçik razane 
heyv derneketiye, stêrk wenda ne
têlên sînor serpişt pal dane
fersend ev fersend
were!

Dîsa di şiîrekê de Arjen Arî raber dike ku yar pir nêzîk e, lê bi sînor pir dûr dikeve û vê rewşê jî wanî îfade dike: 

bi destin vala 
bi awirin melûl
geh bi jêr de, geh bi jor de
meşîm di ber sînor re… 
meşîm… 
qewzek e neqeba me
bang bikim te 
bibêjim ‘’lêêê!’’ 
wê deng bê te
lê ev têl 
ev mayîn 
ev leşkerên Romê 
ne dihêlin bang bikim
ne jî dihêlin bêm..

Zaten Firat Cewerî jî di nivîseka xwe de ser salên xortanîyê yên bi dostê wî Arjen Arî re dibêje wî diltenikî dil girtibû, lê dildara wî li alîyê din yê xetê, li pişt têlan, li Qamişlo bû. 

A li sînoran ne tenê eşq e elbet. Nihîtê mêran yên li ser sînoran ketine etra qetek nan jî ketine şiîra Arjen Arî ku yek ji wan Zekiyê Hemal e:

şevekê çû.. û venegeriya! 
beriya dayê, jinê, xuşkê
moriya girt laş, torîk ketin ser, 
li hêlekê guh û ser
li hêlekê qefesa sêngê
zîvar zîvarî cendekê Zekiyê hemal!

Bi hemû şiîrên xwe yên ku ji wan sînoran sala 2024an ketine dîwanekê, Arjen Arî yê sala 2012yan canê xwe ji dest daye, şairê welatê helbestên nebihîstî ye, şairê welatê destanên jibîrbûyî ye, hîn jî.


BÎBLİYOGRAFYA 

Arjen Arî, Şêrgele - Hemû Helbest, Weşanên Sor, 2024 

Arjen Arî, Xasenezer, Evrensel Basim Yayın, 2013 

Firat Cewerî, Arjen Arî Nemiriye Arjen Arî Ye, Gazete Duvar, 2020

*Navên şiîrên di vê nivîsê de derbaz dibin; ez û dil, êvarî, tu bihata, zekiyo, were, ev sînor.



27 Ekim 2024 Pazar

Aştî, Barış û Sulha Mala Şenyaşaran û Mala Yıldızan

Mala Şenyaşar û Mala Yıldızan li hev hatin
ji çepê ber bi rastê ve İbrahim Yıldız, Cevdet Yılmaz û Ferit Şenyaşar
li Quranê guhdarî dikin. Riha - 2024. Foto: Perxudres Podcast

Mala Şenyaşaran û Mala Yıldızan, ku Hezîrana 2018an li Sirûcê jiber minaqeşeyeka sîyasî ya dema hilbijartinê ji hevdu kuştibûn û bûbûn xwînîyên hevdu, 27ê meha 10an ya 2024an li Milet Park ya Eyubîye ya Riha bi merasîmeka walîyê bajêr Hasan Şıldak li hev hatin.

Polîsên ne îşê îşan pir bo merasîmê tedbîrên tam-teşekul sitandibûn ku nas-nenas medyakar gî seba bi silametî derbazî cîhê lihevhatinê bibin di mesafe û mideteka kin de çenteyên xwe yên bi kamera û mîkrofon bo polîsan sê caran vekirin, raber kirin û girtin.

Merasîma ku hatibû ragihandin ku wê piştî nîvro di saet duduyan de destpê bike hema bêje di saet sisêyan de destpê kir. Li hêla çepê jibo Mala Şenyaşaran 50 kursî û li hêla rastê jibo Mala Yıldızan jî 50 kursî hatibûn danîn. Xwedîyên çend kursîyên li hêla Mala Şenyaşaran nehatibûn. Kursîyên li hêla Mala Yıldızan hema bêje gî tije bûn. 

Mele û seyda li hêla jêr, protokola resmî li hêla jor, dîn û dewlet bi hevre bi gotineka din, berî merasîm destpê bike, kê ji medyayê re fikra xwe ya ser lihevhatina herdu malan got ya bi Erebî ya bi Kurdî û ya jî bi Tirkî bi eynî mehneyê kelîmeyek avêt nêv gotinên xwe: Bi Erebî sulh, bi Kurdî aştî û bi Tirkî barış.

Rêber û rayedarên dewletê, sîyasetvanên AK Partî û DEM Partîyê hazirûn bûn li merasîmê. Di temsîlê de ji hêla Mala Şenyaşaran Ferit Şenyaşar û ji hêla Mala Yıldızan İbrahim Halil Yıldız dest dan hevdu. Dîplomatê dewletê Cevdet Yılmaz û rûsipîyê sîyasetê Ahmet Türk, mehnedar, mealen gotin xwîn bi xwîn nayê şûştin û dawîya dawî aşt dibe însan, aştî çêdibe. Herhal ji atmosfera huznî bû, li salona merasîmê kesî jibo ti kesî çepik lênexist.

Dîsa ji huzna zêde bû herhal, Emine Şenyaşar ya ku bi protestoyên xwe yên sîvîl yên li pêş qapi-derîyên mehkemeyan hatibû naskirin li merasîmê tunebû. Zati wê roya mewlûda bo mêrê wê û du kurên wê gotibû ku her çiqas bi protestoyên wê kurê wê yê di hepsê de piştî 6 salan hatiye berdan jî zikê wê ser ewladên wê yên din yên hatine kuştin pir dişewite û ewê nere merasîmê.

Aştî çêbû, li hev hatin her du hêl, lê wer tê xanê ku ji xwedîyên Esved Şenyaşar, Celal Şenyaşar, Adil Şenyar û Mehmet Şah Yıldız re kefenên wan hîn jî şil in, nola ku ew hîn nû hatine kuştin. Bes bira kefenê kuştinê şil be, bira ew were kuştin ku ser sîyasetê careka din kuştineka din nebe, careka din kes nebêje li ber çi, li ser çi, jiber çi..