Reşîtê Dengbêj-Mitrib-Omerî

Mela Mehmûdê Bazidî di kitaba xwe ya ser edetên Kurdan da derbarê mitriban jî nivîsîye. Di vê kitabê da, Mela Mehmûdê Bazidî ser mitriban dibêje feqîrul-hal in û kar û şixulên wan li şayîyan saz e. Dema min kitaba Silêman Demir, ewa nav Reşîtê Dengbêj xwend, di ser mitribîyê ra gotinên Mela Mehmûdê Bazîdî hatin bîra min. Hîn gava çavê min nû li kitaba Silêman Demir ket bi fotografa Reşît a li qapaxa kitabê bi min wer hat ku lazim e navê kitabê ne Reşîtê Dengbêj lê Reşîtê Mitrib be. Silêman Demir, ku ji Nisêbînê ye û nêzîkî 40 salan li Swêdê maye, bi wefadarîyê bo îade-î îtibar ser Reşît nivîsîye. Nivîskarê hîn di zarokîya xwe da him guh daye him dil daye muzîka Reşît, kitaba ser wî ne bi tarzeka akademîk û zimangiran, lê bi stîleka serbest, nola ku li cemeateka dostan rûniştibe û peyîvîbe, wisa hazir kiriye. Kitaba bi xatirayan dagirtî di ser muzîka Reşît ra ji salên 1970î ber bi îro va gotin û guherînên sosyo-kulturî jî raber dike parîye...