Kayıtlar

Mayıs, 2025 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Weşana Me ya Perîyodîk Sekinî - Gulan 2025

Resim
Guhdarên delal, îro 22yê Gulana 2025an e û Perxudres Podcast jiber şertên heyatê, jiber desttengî û nebûna pereyan weşana xwe ya perîyodîk disekinîne. Adara 2025an piştî ez jî nola gelek hevalên xwe yên medyakar bi fermana Serokê Amerîka Donald Trump ji îş hatim derxistin, ez dîrekt, tavilê berê bo Perxudres Podcastê ketim xeman. Çinku min bi pereyên ji karên min yên din yên medyayê diketin destên min Perxudres Podcast li ser nigan disekinand û dimeşand. Bi halê xwe yê parîyekî sofî parîyekî serserî, ti carî ne pereperest ez razî me ji heyata xwe, lê karên medyayê bi vê razîbûnê nameşin. Loma ez li heyatê me, sax im, lê weşana perîyodîk ya Perxudres Podcastê mir. Berê bo budçeya Perxudres Podcastê çêbe min kovar û kitab û postkart firotin, nebû, min ji Patreonê banga destekê kir, lê ew jî nebû, destekeke hindik çêbû, tiştek neket ser hev. Ji Patreonê, ji Mêrdîn, Riha û Diyarbekirê 4 kesên pir hêja bi qasî hikmê xwe destek dan. Jibo canikî û camêrîya wan pir û pir spas dikim, ezê ji wan...

Ji Bexdadê Heta Toledo û Google Translate Tercûme

Resim
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we de ye. Tarîxçi û teorîsyenên tercûmeyan dibêjin tercûme li her derê di her dewrê de jibo kêrî mijar û meseleyekê were hatiye kirin. Tercûme bi xwe jî, dibêjin ew tarîxçî û teorîsyen, bi qasî telîfê kevn e û meseleyeka enteresan e.   Alema ilmê wextekê li dora metnên Yûnanî bû ku ew metnên hêla han xerbî têne hesibandin. Sedsala 8an û 9an, piştî Îslamê deng daye û bela bûye pêşketina şerqî jî dîsa li ser wan metnên xerbî çêbûye.  Eserên wan nivîskarên xerbî yên mîna Aristo û Hipokrat wan çaxan bi destê zanayên ji Sûrîyê hatine tercûmekirin.  Tercûman ji Sûrîyê çûne Bexdadê, li wir eser tercûme kirine û ew bajar kirine merkezeka mezin a tercûmeyan.  Piştî pêşveçûna li hêla şerqî sekinîye û Ewrupa ...

Mektûba Guhdar A. û Rûyê Pirsekê

Resim
Ji meyweyên ji daran dikevin, hêjîreke biçûk, hinareke pir biçûk, alûceke sor û çend hirmîyên hûrik didim ser hev di destê xwe yê rastê de û diçim ji nav daran.  Li ser girekî dareke din dibînim, hêjîra min, hinara min, alûceya min û hirmîyên min di destê min de darê hembêz dikim. Bi dengê ba li dora xwe dinêrim. Mêrikekî xerîb dûredûr li min dinêre û li dû min tê, ji wir jî diçim.  Paşê erebeyeke kevn, erebeyeke bi gul û kulîlkan dagirtî diajom. Diçim ku derê qet nizanim. Dengê bebikekê tê min. Dest ji erebê berdidim, diçe erebe. Şa dibim bi bebikê. Û dîsa mêrik dibînim. Mêrik bi tirs û telaş li dora xwe dinêre, dimeşe, diçe û tê, lê min nabîne. Ez bebikê ji paxila xwe datînim û ber bi mêrik ve diçim.  Fîstaneke kesk û zer li bejna min e, berîya bi çend rojan hevalekê dîyarî kiriye. Li ser rûyê min bişirîneke sivik, ber bi mêrikê di tirs û telaşê de dimeşim.  Min ferq dike mêrik, ew jî ber bi min ve tê, em hevdu hembêz dikin. Dûre li rûyê min dinêre mêrik, li rûyê m...

Bi Patreonê Dikarî Destekê Bidî Perxudres Podcastê

Resim
Merheba, Min bo Perxudres Podcastê di talîya Nîsana 2025an re hesabekî Patreonê vekir. Bo kesên pir nizanin Patreon çi ye, tiştekî çito ye hûrik hûrik îzah bikim hinekî. Patreon platformeka destekê ye û ji sala 2013an vir ve aktîf e, li dinê nola Facebook û Instagramê tê naskirin. Li ser vê platformê ekserî sanatçi, sazbend û hunermendên serbixwe û serbest hene û heyranên wan ji vê platformê destekên madî didin wan. Hinek heyranên Perxudres Podcastê berê çend caran ji min xwestibûn ku ez hesabekî Patreonê vekim, lê jiber ku ji karên min yên din yên medyayê çend quriş diketin destê min, min gotibû niha îcab nake û min venekiribû. Sala 2025an ji karên min yên medyayê re xerab hat û ez bi derbekê re bê îş û şixul mam. Bi vê aşbetalîyê re, yanî bi halê min yê bê îş û kar re ser saxî û silametîya Perxudres Podcastê tirs û talûke çêbûn. Çinku Perxudres Podcast jiber meseleyên Kurdî ji Instagramê, ji Spotifyê, ji YouTubeê tek qurişekê jî qezanc nake û bi tenê bi dildarî, bi hez û hewes, bi eş...

Mektûba Guhdar D. û Kurmancîya Perîya Xidirelezê

Resim
Saet tê 5’an. Di serê min de hezar îş û teşxele dixwazim bigihijim mekteba qîza xwe.   Derdikevim ji xestê, dûr dikevim ji nexweşên rojên Duşemê pir in, li erebeya xwe siwar dibim û bi lezûbez diajom mektebê.  Di rê de Youtube xeberê dide ku îro Xidirelez e; gava wê mesajê dibînim ji tempoya îş û kar û doktorîyê derdikevim.  Qîza xwe ji mektebê digirim û em diçin marketê. Li marketê dibêjim ‘‘Qîza min, tu zanî îro Xidirelez e?’’, dibê ‘‘Ew çi ye Mamî?’’, dibêjim ‘‘Em çi dixwazin emê ser kaxizekê wek resim çêbikin û emê li binê dara gulekê veşêrin’’ Bi çavên xwe yên meraqdar ‘‘Êêêê, paşê?’’ dibê qîza min. Hêdîka diçim ber guhê wê û dibêm ‘‘Paşê wê perîyek were, tu çi dixwazî wîya çêke..’’  Çavên wê yên meraqdar îcar jî bi kelecanê dibiriqin û dibê ‘‘Zûûû, zûûû em herin malê û em resim çêbikin.’’  Em tên malê, û li salonê li ser maseyê ew li koşekî ez li koşekî em resmên xwestekên xwe çêdikin.  Qîza min ji nişkê ve serê xwe radike û bi endîşe dibêjie ‘‘Mamî, ...

Mektûba Guhdar HD. û Sînorên Goran

Resim
Sala 2014an, wê sala Berxwedana Kobanê apê min hat girtin û muebet dan wî. Di vê muebetê de apê min ji hepsan sirgûnî hepsan kirin bi cezayê hetahetayê û ew bi nexweşîya ALSê ket. Ew exweşîya di hepsê de lê bibû bar girantir dibû saet bi saet û ew bi xweşikayî nedibirin nexweşxaneyê. Girtîyê nexweş bû apê min. Sazîyên mafên mirovan, parêzer û parlamanteran li ber xwe dan ku ew were berdan, lê nebû. Sala 2024an di hepsê de sekinî dilê apê min û ew li Qoserê bi oxirkirina hezaran kesan hat definkirin. Kurê wî yê şervan li alîyê din ê sînor, li Dirbêsîyê hatibû definkirin sala 2017an. Bêrîya apê xwe dikim berêveraka Nîsanê, bêrîya kurapê xwe û yek li Dirbêsîyê yek li Qoserê li du goran dinêrim, li du gorên cîran, lê ji hevdu dûr bi sînoran. Ji hesretan hêsirên min dibarin û ‘‘dilê min sed carî li sînor wer dibe’’, berêvareka li sînorê Nîsanê, berêvareke li sînorê Gulanê. Guhdar HD.