Rojeka havînê ye, Înî ye. Ji îş derdikevim û têm ber derîyê mala bavê xwe. Ez û bavê xwe ji Diyarbekir emê herin havîngeha me ya li Golê. Hin kêmanî hene, diya min a li Golê ji me xwestiye. Nok, nîsk, çerez, qehwe, arvan, şekir, axirî full paket sebze, zêrzewad û zaxîre em bagajê tije dikin. Pir bi întîzam bi cîh dike bavê min û dibêje ‘‘Dila min, a giran bihêle ezê rakim.’’ Ez jî dibêjim ‘‘Baba, tu êdî ne xort î!’’ Wek her car bersîva min dide ‘‘Ê were em baz din, ka kî zora kê dibe?’’ Gava em eşyayan bi cîh dikin bêhna bavê min tê min. Xwêdan daye piçek, lê behna wî her daîm bi min xweş e. Em li erebeyê siwar dibin, ew erebeyê dajo. Zanim ji Eyşe Şanê ‘’Wey Dinyayê’’ pir hez dike, berê wê stranê vedikim jê ra. Vedikim stranê, serê xwe çep dizivirînim, li ser dîreksîyonê destên wî yên mû-sipî dibînim. Bi mûyên sipî wê deqê fehm dikim ku ez çima ji roja Înîyê ewqas hez dikim: Bavê min her Înîyê ji Diyarbekirê dihat Golê û ez li benda wî disekinîyam. Bi muzîkên Eyşe Şanê em...