Ar, Agir û Ateş
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Ê min ji zimanê dîya xwe bihîstibû ar bû, ez ji wê elimîm ku ar vêdikeve , ar vedimire. Dema tewang dihat li wî ar î diket di zimanê wê da ar dibû êr , êr vêxe , êr vemirîne . Dûra dûra min ji stranan agir bihîst, ji kitaban ew xwend bi mehneya êr, ew jî ku ditewîya dibû êgir. Dîsa dûra dûra di dîwanên şairên zemanê berê da ez li ateş ê rast hatim. Mesela melayekî Cizîrî ser yara bêînsaf digo cîger parçe kir, xwê lê reşand û ateş li ser danî. Vî ateş î gotinek dianî bîra min ji zarokîya min a nivî bi Tirkî û nivî bi Kurdî: A teş ar e, yılan mar e, keçî bizin e, Xwedê mezin e. Wê...